Monday, July 14, 2025

 Bê xweyî

 

demê hest û eqlî

milkê xwe jêkve kirî

dil û singan

rêka xwe cûda kirî

 

stêrka min jî temirî

ruh westiya dil jî mirî

çav her barîn

rû têr nebîn

 

keyf û xweşiya
peyv û keniya ez ji bîr kirim

 

gazî û hewara jiyanê

ez pîr kirim

 

derya dudiliyê
dilop dilop ez vexwarim

 

pêlêt tenatiyê ez gel xwe birim

mija şaşatî talan kirim

lêv velerzîn lê nepeyivîn

 

hemî gazindêt aql û dilî
di rondika da qusil kirin

 

can û hesta rê berze bîn

 

çi bêkes mam di warê dilê xwe da

demê hest û eqlî

milkê xwe jêkve kirî

jiyan nema

 

bûm miriyeka neveşartî

When it rains